Hat Nûkirin: Mediya Tirkî roja Sêşemê radigehîne ku li bajarê Gazîantep yê li nêzîk sinorê Sûriyê, kesekî xwestiye êrîşa bingeha polîsan bike hatiye kuştin û efserekî polîsan birîndar bûye.
Kenalê NTV ya taybet daye weşandin ku, çekdarekî li deriyê jorketinê yê bingeha polîsan gulle berdane ser kesên li jor polîsek birîndar bûye, lê polîsên din bersiv daye derhal êrîşkar hatiye kuştin û du kesên din reviyane, polîs li wan digere da ku, wan bibîne.
Ajansa Anadolu ya girêdayî dewletê dibêje pisporan qesta cihê bûyerê kirîye da ku, eger kesê êrîşkar yê bombekirî be bikarin îbtal bikin.
Herweha pêş demekê ajansa Dogan ya taybetrigihand bû ku, êrîşeka çekdarî li dij bingeha polîsan li Gazîantep pêkhatiye, hejmareka ambolasan ber bi bingehê polîsan ve çûne û dengê gulleyan tê bihîstin.
Wek tê zanîn ku ev demeke Tirkiye rastî êrîşan tê, her tim çalakvanên Kurd û çekdarên Derwleta Îslamê DAIŞ derbarê van êrîşan de tawanbar hatine dîtin.