This version of the page http://www.dengeamerika.com/a/3640858.html (0.0.0.0) stored by archive.org.ua. It represents a snapshot of the page as of 2017-01-09. The original page over time could change.
Piştî Teqîna Qayseriyê Êrîş li Avahiyên HDP Dibin

Lînkên eksesibilîtî

  • Yekser here naveroka serekî
  • Yekser here Malpera serekî
  • Yekser here Lêgerînê
  • Learning English
Zimanan
Tirkîye

Piştî Teqîna Qayseriyê Êrîş li Avahiyên HDP Dibin

  • Xecîcan Farqîn

  • Li Facebook Belav Bike
  • Li Twitter Belav Bike
  • Li Google+ Belav Bike
  • Ji hevalekî/e re bişîne

Piştî teqîna li Qayseriyê ku di encamê de 13 leşker hatin kuştin û 55 birîndar bûn, li pênc bajar û 17 navçeyan li ser navend û nivîsîngehên HDPê êrîş çêbûn.

Gelek navend hatin talankirin û şewitnadin.

Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen derbarê êrîşan de daxuyaniyek da.

Wî rexne li helwesta rayedaran kirin û got:

"Rewşa awarte tenê weke zexte li ser kes û aliyên aşitî û demokrasîxwaz. Di van şertên giran de em dibînin rewşa awarte nikare pêşî li teqîn û êrîşan bigre."

Wî da xuyakirin ku hikûmet berpirsa canê hemî welatiyan e û muhatabê bertekan jî ne HDP ye, hikûmet e.

"Ji bo berpirsiyariyê ji ser xwe bavêjin ji bo hesap nedin gel û parlamenê bi daxuyaniyên xwe berê şîdetê didin ser HDPê"

Bilgen îdia kir di dema êrîşan de polîs qet mudaxaleyê êrîşkaran nake û lê di şûna wan de rêvebirên HDPê desteser dikin da ku delîlê êrîşan ji ortê rakin.

Wî got ji bo provakasyon çênebe wan bang li endamên xwe kirine da ku bersiva êrîşan nedin.

Şîroveyan nîşan bide

Back to top
XS
SM
MD
LG