This version of the page http://www.dengeamerika.com/a/3622304.html (0.0.0.0) stored by archive.org.ua. It represents a snapshot of the page as of 2017-01-09. The original page over time could change.
Nîls Melzer: Piştî 15ê Tîrmehê Şahidî Hene ku li Tirkiyê Îşkence Dibe

Lînkên eksesibilîtî

  • Yekser here naveroka serekî
  • Yekser here Malpera serekî
  • Yekser here Lêgerînê
  • Learning English
Zimanan
Tirkîye

Nîls Melzer: Piştî 15ê Tîrmehê Şahidî Hene ku li Tirkiyê Îşkence Dibe

  • Xecîcan Farqîn

Nils Melzer

  • Li Facebook Belav Bike
  • Li Twitter Belav Bike
  • Li Google+ Belav Bike
  • Ji hevalekî/e re bişîne

Raportorê li dijî îşkencê yê Neteweyên Yekbûyî Nîls Melzer, dibêje piştî 15ê Tîrmehê gelek şahidî hene ku li Tirkiyê îşkence tê kirin.

Melzer di navbera 27ê Mijdarê, 02ê Kanunê serdana Tirkiyê kir.

Li vir serdana wezaretan kir. Herwiha li bajarên Amed, Ruha, Stembolê jî lêkolînan kir. Bi gelek rêvebir û rayedarên dewletê, nûnerên rêxistinên sivîl, çalakvan, evûqatan re hevdîtinan kir.

Li girtîgehên Sîncan, Amed, Stembolê bi girtiyan re axivî, çavderîli nezaretxanên polêsan kir.

Nîls Melzer dibêje yasa û biryarnameyên di hikmê qanûnê de bingeh çêdike jibo îşkencê. Bibîr dixe li gorî yasayên rewşa awarte kesek dema tê desteserkirin, nikare pênc rojan evûqatan bibîne û li gorî yasayan heta 30 rojan dibe ku binçavkirî bimîne.

Raportorê NYê behsa rewşa herêma Kurdan jî dike û dibêje:

"Li Başûrê rojhelata Tirkiyê, di dema operasyonên li dijî terorê de hêzên ewlekariyê jiber kiryarên xwe ji cezayê muaf tên girtin.”

Li bajarên Kurdan kesên ku bi gûmana piştevaniya PKKê hatine girtin, anîne ziman ku rastê îşkencê û muamleya xerab hatine.

Herwiha dibêje “Girtiyên ku behsa idiaya îşkencê kirin dibêjin jibo ku sucên li wan hatî kirin bidin qebûlkirin hêzên ewlekariyê işlkence li wan kirine.”

Hun dikarin agahiyên pêtir li ser fayla deng gohdar bikin

Back to top
XS
SM
MD
LG