This version of the page http://www.dengeamerika.com/a/3640114.html (0.0.0.0) stored by archive.org.ua. It represents a snapshot of the page as of 2017-01-09. The original page over time could change.
Di Êrîşeka Bombeyî de Li Tirkiyê 13 Leşker Têne Kuştin

Lînkên eksesibilîtî

  • Yekser here naveroka serekî
  • Yekser here Malpera serekî
  • Yekser here Lêgerînê
  • Learning English
Zimanan
Tirkîye

Di Êrîşeka Bombeyî de Li Tirkiyê 13 Leşker Têne Kuştin

  • Xecîcan Farqîn

  • Li Facebook Belav Bike
  • Li Twitter Belav Bike
  • Li Google+ Belav Bike
  • Ji hevalekî/e re bişîne

Roja Şemiyê di saet 8:45’an de li bajarê Kayseriyê, li nêzî paytexta Enqerê, bi wesayîtek bombebarkirî êrîşeke xwekujî pêk hat li ser du otobêsên leşkeran. Di teqînê de 13 leşker hatin kuştin û 55 jî birîndar bûn. Rewşa 18 birîndaran girane.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan got" Ev êrîş tÊkildarin bi pêşketinên lİ Sûriye û İraqêi heta têkildare bi kêşeya ekonomiyê jî. Li hember rêxistinên terorê, emê bi gelê xwe re bi vîna seferberiya serxwebûnê, bi biryar tekoşînê bikin."

Serokwezîr Bînalî Yildirim jî got "Armanca êrîşan têkbirina morala gel e. Diyare ku ji 15ê Tîrmehê aqil negirtine."

Cîgirê Serokwezîr Nûman Kurtulmuş got rasterast lekşer hatine hedef girtin. Di êrîşê de şopa PKKê xuya dike.

Partiya Demokratîk ya Gelan HDP jî bi daxuyaniyek êrîşe şermezar kir.

Di daxuynaiyê de hat gotin ew êrîşê bi tundî şermezar dikin û pir dilgrina bûne ji êrîşê.

"Rewş hatiye astekî ku êdî peyamên şermezarkirinê jî feyde nake. Jibo dawî bi van kuştin û êrîşan were divê siyaseta aşitiyê derkeve pêş."

Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen jî got:

“Du rê li pêşiya me ye, ya emê siyaseta ku kuştina mirovan û teqînên bombeyan ji ortê radike bipêş bixin yan jî emê her roj bedelan bidin.

Digel ku em li dijî van êrîşan in û beriya hemî partiyan şermezar jî dikin, piştî teqînan zextên giran li ser partiya me dikin û em lînç dikin."

Jİ aliyê dinê ve çend saet piştî êrîşê li Kayseriyê nêzî hezar kesi alaiyên Tirki hilgirtin û bi dirûşmên tolhildanê bi keviran êrîşês er avahiya HDPê ya Kayseriyê kirin.Grûpê ala HDPê ji avahiyê daxist û di ciyê wê de ala MHPê bilind kirin.

Şîroveyan nîşan bide

Back to top
XS
SM
MD
LG