Bi hilbijartina Donald Trump ji bo serokatiya Amerîka bike, çavê hemî cîhanê li Amerîka ye û pirsên girîng tên kirin li ser 4 salên têyî de, gelo wê Trump çi guhertinê bi xwe re bîne siyaseta Amerîkî û wê helwesta wê çawa be di derbarî Rojhilata Navîn û bi taybetî rewşa Kurdan û xebatên wan li dijî DAIŞ li Sûriye û Îraqê.
Dengê Amerîka hevpeyvînek bi rêzdar Selah Cemîl, pêvdarê pêwendiyên fermandariya giştî ya YPG re kir, li ser xwendina kurdên Sûriye û hêzên wê yên çekdra, di derbarî serokê nû yê Amerîka.
Dr. Selah dibêje: "Amerîka gavên baş û bikêrhatî bi kurdan re avît, di şerê li dijî DAIŞê, û dunya tev dizane ku kurdan berxwedaniyeke mezin li dij DAIŞ kirine, ji ber wê hêvî heye ku Amerîka ûêwnediyên xwe bi kurdan re xurtir bike û alîkariyên leşkerî zêdetir bi wan de."