Şîroveyan bibîne
Ajansa nûçeyan a Tirkiyê dibêje 6 kes hatin girtin di çarçoweya vekolînên li dor hilweşandina kaneka Komir k udi encamê de bi kêmanî 5 karker mirin.
Ajansa Anadol dibêje tîmên rizgarkirinê termê karkerê pêncem Sefik Tuncer îro şemiyê derxistin.
Doh înê çar kes mirî hatin dîtin.
Operasyona rizgarkirin hîn berdewame ji bo dîtina 11 karkerên din ku hîn winda ne, li gel ku berpirsên hikûmetên gotin hêviya dîtina wan zindî hinekî kêm e.
Kana Nihas a kerta taybet li parêzgeha Sêrtê derengî roja pêncşemê hilweşiya.
Parêzgarê Sêrtê Mustefa Tutulmaz dibêje desthilatdar bawerin ku herifîna axê piştî baraneka giran ew sedema hilweşandina kanê bû, lê vekolîn berdewamin ji bo naskirina sedemê.
Anadol dibêje desthilatdaran 6 kes girtin bi gumana xemsariyê, di nav de jî rêvebirê kanê.
Şîroveyan nîşan bide