This version of the page http://www.dengeamerika.com/a/s_irmak_khf/3563706.html (0.0.0.0) stored by archive.org.ua. It represents a snapshot of the page as of 2016-11-25. The original page over time could change.
Parlementera HDP'ê Irmak Sîyaseta Partîya Xwe ya Dema Nû Dinirxîne

Lînkên eksesibilîtî

  • Yekser here naveroka serekî
  • Yekser here Malpera serekî
  • Yekser here Lêgerînê
  • Learning English
Zimanan
Tirkîye

Parlementera HDP'ê Irmak Sîyaseta Partîya Xwe ya Dema Nû Dinirxîne

  • Xecîcan Farqîn

  • Li Facebook Belav Bike
  • Li Twitter Belav Bike
  • Li Google+ Belav Bike
  • Ji hevalekî/e re bişîne

Serok û endamên Kongreya Civaka Denokratik (KCD), Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), Partîya Herêmên Demokratîk û Kongreya Jina Azad (KJA) dawîya heftê li Amedê di civînek hatin ba hev. Sernavê civînê “Bi gîyana seferberîyê xwe birêxistin bikin, bi berxwedanê biser bikevin” bû.

Endamên partî û pêkahteyên sîyasî li ser rewşa nû çawatîya polîtîkaya nû guftugoyan kirin. Parlamenetera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak ji Dengê Amerîka re behsa girîngîya civînê kir.

Irmak got ku Kurd di demeke dîrokî de derbas dibin. Di vê dema dîrokî de ya girîng ew e ku ew jî rol û rista xwe dîyare bikin.

“Hikûmeta AKP'ê û desthilatîya Recep Tayip Erdogan li ser çûyinê ne û ew jî di sîyaseta qirkirin û talanê de biser neketin.”

Irmak bi berdewamî got di civînê de xwerexnekirin jî derket pêş û li ser kêmahîyan rawestîyan da ku şaşî çênebin.

“Jibo ku piştgirîya gel û hêza gel bilind bikin, emê bi ruhê seferberîyê bikevin nav tevgereke nû derî bi derî, mirov bi mirov wê di nav gel de bigerin û kampeynên nû bidin destpê kirin.

Hun dikarin di fayla deng de guhdarîya agahîyên zêdetir bikin.

Back to top
XS
SM
MD
LG