This version of the page http://www.dengeamerika.com/a/pen-kurd/3299636.html (0.0.0.0) stored by archive.org.ua. It represents a snapshot of the page as of 2016-08-08. The original page over time could change.
Nivîskarên Kurd, Tirk û Cîhanî Dixwazin RewÅŸa Åžer Veguhêzin AÅŸtiyê

Lînkên eksesibilîtî

  • Yekser here naveroka serekî
  • Yekser here Malpera serekî
  • Yekser here Lêgerînê
  • Learning English
Zimanan
Herêmên Kurdan

Nivîskarên Kurd, Tirk û Cîhanî Dixwazin RewÅŸa Åžer Veguhêzin AÅŸtiyê

  • Necîb Balayî

afîÅŸa Konferansa PENa Kurd li Diyarbekir

  • Li Facebook Belav Bike
  • Li Twitter Belav Bike
  • Li Google+ Belav Bike
  • Ji hevalekî/e re biÅŸîne

PEN Kurd li bajarê Diyarbekir (Amedê) weke hatî plankirin roja Yekşê 24 Nîsanê Konferensa aştiyê bi beşdarbûna PEN a Tirk û yên Cîhanî lidar dixe.

PEN kurd berî Konferans bê destpêkirin daxuyaniyek weşand û di beşeke daxuyaniyê de dibêje "Li welatekî şer hebe, tiştê herî pêşî divê bê kirin, hewildanên bidestxistina aşitiyeke bi rûmet e.

Åžexmûs Sefer

PENa Navneteweyî û hemû saziyên di bin banê PENê de rêxistinkirî wek berpirsiyariyeke xwe ya sereke pêşxistina çanda aştiyê dibînin.

Nivîskar û rewşenbîrên vê cîhanê jî ji ber erka xwe ya wicdanî her dem avê li wî agirê mezin dibe, dikin û di nava netewan de dibine pirên aşitiyê.

Bêguman niha aştî, herî kêm, wekî şer didome, zehmet e. Lewma her cure kar û xebatên ji bo vekirina riya aştiyê û pêkanîna wê zehmettir e. Lê belê dîsa jî berî her kesî nivîskar û rewşenbîrên cîhanê ne, yên ku dikarin riya diyalog û danûstandinên aştiyê vekin, bibine çira ji bo hem gelan hem jî ji bo hemû aliyên şer".

Dengê Amerîka hevpeyvînek li gel serokê PEN a Kurd birêz Şêxmûs Sefer encam da, wî armanc û hewildanên PENa kurd û heza wan ya aştiyê ji guhdarên pişka Kurdî ya Dengê Amerîkar re vegotin.

Temamiya hevpeyvînê di fayla deng de heye, guhdarî bike.

Back to top
XS
SM
MD
LG