Ziman stûna mileta ye û bengeha serekî ye di avakirina çand wan de, ger ziman lawaz bibe wê nasnameya neştumanî jî wenda bibe, ew li gorî mêvanê vê xelekî ji bernama Deng û Reng helbestvan û wergêr û nivîskar Dildar Şeko ye, ku bi salan xebata şorşgerî kiriye li tenişta karê wergerê û fêrbûna zimanê Kurdî ji keç û xortê kurdan re.
Dildar Şeko li herêma Kurdî li Tirkiye jidayik bû û li wir hînî jiyana kurdî bi hemû rengê xwe bû, ji hezkirina welatê xwe û xewna azadiyê ta ziman û wêjaya kilasîka kurdî.
Dildar di sala 1982an de beşdarî şrorşa Gulanê li herêma Kurdistanê bû, ta sala 1988an de, ku Amûda bin xetê bû û li wir ta sala 1990î de vegeriya herêma Kurdistanê.
Bi dehan ji helbest û gotar yên helbestvanên mezin di cîhanê de wergerand zimanê Kurdî.
Berhema navdar ya helbestvan Ehmed Arif ya bi tirkî ji keserên te min pranga kevnarkrin wergerand zimanê Kurdî û di nav wêjeya kurdî de belavkir û da nasîn.
Dildar hîna hezkiriyê zimanê Kurdî yê şêrîn e û dilsozê wî ye ku li ser dibêje: zengîntirîn ziman, zimanê Kurdî ye, mûzîktirîn ziman zimanê kurdî ye, lê ew bê sermiyan maye.
Fermo guhdarî serbor û çîroka jiyana Dildar Şeko di vê hevpeyvînê bikin: