This version of the page http://www.dengeamerika.com/a/demirtas_amed/3363499.html (0.0.0.0) stored by archive.org.ua. It represents a snapshot of the page as of 2016-06-27. The original page over time could change.
Demîrtaş: "Neteweperwerîya Tirkan Ser Neyartîya Kurdan Ava Dikin."

Lînkên eksesibilîtî

  • Yekser here naveroka serekî
  • Yekser here Malpera serekî
  • Yekser here Lêgerînê
  • Learning English
Zimanan
Tirkîye

Demîrtaş: "Neteweperwerîya Tirkan Ser Neyartîya Kurdan Ava Dikin."

  • Xecîcan Farqîn

  • Li Facebook Belav Bike
  • Li Twitter Belav Bike
  • Li Google+ Belav Bike
  • Ji hevalekî/e re bişîne

Di salvegera yekê ya peqîna li Amedê qurbanî hatin bibîr anîn û wîlayetê destûr neda HDP’ê li Meydana Îstasyonê miting çeke.

Di 5’ê Hezîrana 2015’an de di dema mîtinga hilbijartinê ya HDP’ê de ji alîye DAİŞê li Meydana Îstasyonê du bombe hatbûn teqandin. Di encama peqînê de 5 kes jîyana xwe ji dest dabûn 400 kes jî birîndar bibûn.

HDP mîtinga xwe li ber avahîya HDP’ê lidarxit û Hevserokê HDP’ê Demîrtaş li wir axifî.

Wî qurbanîyên teqîna Meydana Îstasyonê bîbir anî.

“Bi berdêla gihîştin vê derecê. Di hibijartinê de em bi ked û bi pêşengîya jin û ciwanan bi ser ketin. Di pêvajoya hilbijartinê de buroyên me hatine şewitandin û bombe kirin. Herî dawî di 5’ê Heziranê de li mitinga me de li Amedê bombe teqandin.”

Demîrtaş bal kişand ku wan bê derfetên diravî, bi fedakarîya gel kempeyna xwe ya hilbijartinê meşandiye.

“Jibo mesrefên kampeynên hilbijartinê me qurişek pere ji dewletê negirt, lê partîyen din bi hemî derfet û imkanên dewletê li her bajarî kampeynan çêkirin. Jibo partîya me derbas neke, çi ji destê wan hatin kirin, lê gelê me li pişt me bû em şandin parlamenê.”

Hevserokê HDP’ê Demîrtaş bi berdewami got “Netewperwerîya Tirkan li ser neyartîya Kurdan ava dikin. Em mecbur in ku li hember zilmê rabin, herwiha mecbûr in ku bi sebir û bi aramî tev bigerin. Gelê Amedê bi destê me bigire, emê kêmanîyên xwe temam bikin û emê hêza xwe zêde bikin.”

Wî jibo rakrina mafê destlênedana parlamenterîyê jî got “Dibêjin qey emê ji heps û zindana bitirsin. Em xwedî dozekê ne û natirsin, yên ku ditirsin ew in. Ew derewkar û diz in, yên dora wan jî jibo loqan li dor a wan in.”

Demîrtaş îdia kir ku armanca kesên ku dixwazin destlênedanîna wan rakin, avakirina sîstema serokatîyê ye ku ew jî ji dîktatorîyê ne cihêtir e. “Qanûna bingehîn ya nû ku ji alîye wan were çêkirin dê çawa dikaribe bibe azadîparêz?”

Şîroveyan nîşan bide

Back to top
XS
SM
MD
LG