Duşem, 28 Meha Sê, 2016 Demê Xwecihî 07:05
Multimedia

 YouTube
Kurd Connection
Foto Galerî

    Herêmên Kurdan

    Omer Onen: Dewleta Tirk bi Kuştina Kurdan Tiştekî Qezenc Nake

    Imer Ûnen
    x
    Imer Ûnen
    Salih Demîcer

    Desthilatdarên Tirkiyê îro yekşemê qedexeya hatûçûnê li du bajarên din yên Kurdan ragihandin, cihê ku hêzên ewlekariyê xwe amade dikin ku operasyonekê birêve bibin li dijî serhildêrên Kurd.

    Qedexeya bajarê Yuksekova li parêzgeha Hekarî biryare vê gavê dest pêkiribe û ya bajarê Nisêbînê li parêzgeha Mêrdînê, nîvê şevê destpêdike, li gor berpirsan.

    Endamê Civata giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) û hevserokê Partiyê li Amedê Omer Onen di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ev babet şîrove kir û got:

    “Eger em bala xwe bidin Amed û Cizîrê û cihên din yên qedexe û şer lê bûyî emê bibîbin ku siyaseta hikûmetê li wir bi ser neket, loma ew heman siyaset li cihên din jî wek Mêrdîn û Hekarê jî bisernakevin, tenê navçe û bajarên Kurdan tên xerabkirin. “

    Onen ku li Amedê dimîne dupat kir ku pêwîstî bi diyalog û axaftinê heye, çimkî bi kuştin û wêrankirinê dewleta Tirkiyê tiştekî qezenc nake.

    Jibo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

    Imer Ûnen 03_13_16
    Imer Ûnen 03_13_16i
    ▶ || 0:00:00
    ... ⇱  
    • MP3 - 7,1MB
    • none - 21,4MB
    • MP3 - 3,6MB
     
     
    X

     

    Di vê forumê de şîroveyan binivîse
    Şîrove
         
    Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

    Babetên din yên heman kesî

    •  Mehmûd Kalo: Li Almanya Dê Hin Çalakî li Dijî Saykis Bîko bêne Lidarxistin
    •  Sîhanok Dîbo Behsa Axaftinên Esed li dor Kurdan Dike
    •  Hest û Helwest: Hevrêziya Amerîka-Rûsya û Ragihandina Fedralîzmê ji Aliyê Kurdan ve li Sûriyê
    •  Redîf Mistefa: Rûsya Dixwaze li Gorî Xwe Doseya Sûrî Çareser Bike
    •  Newaf Xelîl: Pêkhateyên Rojava û Bakurê Sûriyê Xwe Amade Dikin Ji bo Fedralîzmê
    Raportên din
    Babetên Zêde Hatine Xwendin
    1.  Îbrahîm Sedîyanî; Sîyaseta Xendekan bo Kurdan Xirab e
    2.  Tevî Tunebûna Derfetan, Zarokên Efrînê Muzîk û Çanda Xwe Hîn Dibin
    3.  Hozan Brader: Ez Bi Koka Xwe Ve Girêdayî Me û Hunera Min Ji Kaniya Wê Tê
    4.  Mehmûd Kalo: Li Almanya Dê Hin Çalakî li Dijî Saykis Bîko bêne Lidarxistin
    5.  Girtina Reza Zarrab û Nirxandina Îdrîs Baluken