Opozisyona Sûrî îro roja Înê 26î sibatê ragihand ku ew agirbesta li Sûriyê jibo 2 hefteyan erê dikin, hêzên şerker yên li dij desthilata şamê şer dikin û li jer sîhwana opozisyon Sûrî top dibin dan xuyakirin ku ewê rêzê li biryara agirbestê bigrin, ewê heta 2 hefteyên din pêgirîyê bi agirbestê bikin.
Opozisyon daxwaz dike ku desthilata Sûrî vê yekê bikar ne îne û bi behaneya şerê li dij terorê êrîşî hêzên wan bike.
Opozisyona Sûrî, daxuyanî ragihand raya giştî û dibêje, hemû grupên girêdayî opzisyonê, leşkerê azad û grupên din yên opozisyona çekar dê girêdayî plana Amerîîka-Rûsiya ya agirbesta li Sûriyê bibin û ji seat 00:00 sibeya roja Şemiyê bu 2 hefteyanên din ewê şerî li herêmên li jêr kontrola wan de rawestînin.