Di hevpeyvîneke taybet de Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Sîpan Hemo li ser jimareke mijarên girîng yên wergirtina çekan ji Amerîka, êrîşên esmanî yên Rûsî û raporta Lêxweşbûna Navnetewî bersîva pirsên Dengê Amerîka dide.
Hemo dibêje, YPG ligel Ereb, Krîstîyan û Tirkmenên herêmê hêzeke nû ya bi navê Hêza Demokratîk ya Sûrî damezrand ku welatekî pirçandî û rengî biafrînin.
Hemo dide zanîn ku koalîsyona navnetewî jî du roj berê bi firokan sêak û cebilxane avêtin vê hêza ku bikarine bi karîgerî dijî DAIŞê şer bike.
Fermandarê YPG dide zanîn ku êrîşên esmanî yên Rûsî balansa erdê guhertîye û bûye sedem ku rejîm xûrtir be û DAIŞ jî li dora Helebê pêş keve.
Hemo rapora Lêxweşbûna Navnetewî (Amnesty International) bi tundî rexne dike ku tawanên bê bingeh êrîşî YPG dike.
“Dema vê raporê pir balkêş e jiber ku di vê demê de tê ku Hêza Demokratîk ya Sûrî amadekarî dike ku operasyoneke xurt li hember DAIŞê pêk bîne.”
Beşa 1:
Sîpan_Hemo_10_14_15_RR_1
- Playlist
Download
- MP3 - 128,0kb/s - 6,0MB
- wav - 384,0kb/s - 18,1MB
- MP3 - 64,0kb/s - 3,0MB
**
Beşa 2:
Sîpan_Hemo_10_14_15_RR_2
- Playlist
Download
- MP3 - 128,0kb/s - 9,0MB
- wav - 384,0kb/s - 26,9MB
- MP3 - 64,0kb/s - 4,5MB