Şeva 19.01, li bajarê Hewlêr di malekê de, Hinermendê stranbêj Cêgir Ezîz ji aliyê havalekî wî de hat kuştin.
Polîsê Hewlêr jibo Dengê Amerîka da xweyakirin ku, dema grupeke hinermendan di malekê de tên cemhev jibo şevbêriyê di seat 2:00 serê sibê de alozî dinavbera wen de derdikev û pevçûn di qewime, ji encama pevçûnan Hunermend Cêgir Ezîz ji aliyê hevalekî wî de tê Kêrkirin û derhal jiyana xwe ji dest dide.
Weke Polîs dide zanîn ev pevçûn û alozîya di navbera grupa hevalan de qewimî ji sedema vexwarina Alkola zêde bu ye, herwiha polîs dibêje hemu kesên beşdar di wê rûniştinê de hatine desteser kirin û lêkolîn li dij wan tê berdewam kirin.
Hinermend Cêgir Ezîz sala 1992an hatiye dinê, xwediyê çendîn klîp û stranaye û ji esil xelkê Ranya ye, niha xweciyê bajarê Hewlêr e.
Temamiya raportê di fayla deng de heye.
Kuştina Hunermend Cêgir Ezîz
- Playlist
Download
- MP3 - 128,0kb/s - 2,6MB
- MP3 - 64,0kb/s - 1,3MB