Çarşem, 12 Meha Yazde, 2014 Demê Xwecihî 06:11
Multimedia

 YouTube
 Weşana Radyo-TV
Cîhan li 60 Çirkeyan

Amerîka

Raportek Taybet li ser Hevalbendiya bi Rêberiya Amerîka Dijî DAÎŞ

x


Amerîka 5 welatên ereb yên hevbend di êrîșên li ser DAÎȘ de li Sûriyê, binav kirin wekû piștgirî ji guftûgoya serok Obama re ku divê çekdar bi hevbendiyek a herîmî û navnetewî bêne rawestan.

Armancên êrîșan li rojhelata Sûriyê, ewbûn, nevendên serkirdayetiyê, cihên rahênanê û bîr û tirimbêlên niftê. Berpirsên wezareta berevaniya Amerîka dibêjin,ev tenê destpêke ji bo helmetek e berdewam, ku hin Șareza bawerin bi salan dirêj ke.

Erebistan Siûdî, Behreyn, Urdin û mîrnișînên ereb yên yekgirtî, di êrîșan de tevlî hêzên Amerîka bûn. Di dema ku Qeterjî rolek a piștgiriyê lîst. Serok Obama ragihan ku beșdarbûna welatên ereb, ji cîhanê re diyar kir ku ev ne șerê Amerîka bi tenê ye.

Admêralê xanenișîn James Stavridis, serleșkerê  berê yê hêzên hevbend di NATO de( ku nihajî Emîdê kolêca Fletcher e li zanîngeha Tufts) dibêje, coalisyonek a navnetewî ew pêwîstiyek e.

“Ev birastî ezmûnek e ji bo șaristaniyê, û ev yek jî tê wateya ku, ne beșdarbûn a herêmê tê xwestin belê ya cîhanê bi tevahî.”

Stavridis dibêje, DAÎȘ metirsiyek sepand ku rêxistên çekdarî ye kilasîkî nekiribûn.

“Bi rastî ez bawerim, nêzîktirîn pênasîn bo DAÎȘ ew ne grûpeke terrorist e, belê ew ji min ve wek rêxistinek e çete diyar dibe. Ew maldar dibin,zarok û jinan wekû êsîran difroșin û bi șêweyekî  terorî û bê ciyawazî kuștinê dikin. Ez dikarim bêjim ew çeteyek e ku pêwîste hemû cîhan di rûyê wê de bisekine. Ez bawerim ku DAÎȘ bêhtir û bêhtir bi wî alî ve diçin.”

Genêralê leșkerî yê xanenișîn, Jack Keane, serokê înstûta afrandinên șer û cîgirê berê yê serleșkerê artêșa Amerîka, dibêje , dive serok Obama di vê babetê de rijdî be li gel hevbendên xwe ji bo coalisyona navnetewî li dijî DAÎȘ.

“Dema tu șerekî wiha dikî û tu bi vî awayê zelal di șer de bî, wê demê berxwedan û baweriyek xurt û bi hêz pêwîste. Ez bi hêvî me ku serokê Amerîka bi biryar û baweriyek a xurt diaxive,  di telefonên xwe de li gel hevkarên xwe. Da ew bi rastî tiwanên xwe yên  leșkerî dabîn bikin, ne tenê piștgiriya bi axaftin û gotaran.”  

Pêgiriya navnetewî piștî axaftina serok Obama ya 10 êlûnê ku têde stratîciya șerê li dijî DAÎȘ ragihand, hinekî kêm û veqetî bû, lê renge kiryarên DAÎȘ bi xwe hîșt ku gelek ji wan tevlî șer bibin.

Serokwezîrê Birêtanî David Cameron, ku riyaksyoneke stûr da serjêkirina welatiyekî Birêtanî ji aliyê gurûpên tundrew ve, ji  civata parastinê ya neteweyên yekgirtî re got; ew dixwaze welatê wî  bi erka xwe rabe.

Frensa jî got renge ew rola xwe di êrîșan de li Sûriyê berfereh bike piștî seriêkirina welatiyekî Frensî ji aliyê çekdarên Cezaîrî ye grêdayî bi DAÎȘ ve.

Diyare ku ev zexka han mezin dibe . Belçîka û Holenda jî roja çarșemê gotin ewê rolekê di êrîșan de li Êraq bilîzin.

Lê Admiral Stavridis û General Keane herdû jî dibêjin, tenê êrîș nikarin DAÎȘ têkbibin, hêza li ser erdê wê pêwîst be ji bo vê yekê.

“Dilgermiya kesekî ji zehmetîne din re nine, li șerê rojhilata navîn. Lê rastî ew ku dive cîhan di ruyê van de bisekine, Ew hovin û çênabe ku ew wiha berdewam bikin.”

Ev nerîna han li ser DAÎȘ alîgiran li seranserî cîhanê ji xwe re çê dike.

 

salih Demîcer
salih Demîceri
▶ || 0:00:00
... ⇱    
🔇
X
  • Download

 

 

Babetên Zêde Hatine Xwendin
  1.   Muslim Muhemed: Hêzeka Leşkerî ya ENKSê Nêzîk Derbasî Kobaniyê Dibe
  2.  Barzanî Haman: Penaberên Kurd Yên Kobaniyê Pêwîstî bi Kelûpelên Zivistanê Hene
  3. Aştî Koçer: Me Hemahengî digel Hemû Hêzên Çiyayê Şingale Heye
  4.  Merwan Osman: Ji Bilî Yekîtiyê Ti Çare li Pêş Aliyên Siyasî yên Kurdistana Sûriyê Tune ye
  5.  Adnan Atêş: Gotinên Çelik li Diyarbekirê Ziyanê Digihînin Prosesa Aştiyê

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Kurd Connection 11 NOV 2014i
▶ || 0:00:00
... ⇱  
🔇
X
11.11.2014 20:12