MUSIL— Rojnamevanekî Kirstiyan roja Yekşemê li bakura Îraqê hate kuştin.
Karbidestên Îraqî dibêjin ku wênegir Ela Edward Butris ji layê hejmareke çekdaran ve li bajarê Musilê hate kuştin.
Butris bi televizyona El Reşîd re kar dikir.
Di demê du mehan de, şeş rojnamevan li Musilê hatîne kuştin.
Di êrîşeke din de her li Musilê, du leşkerên Îraqî birîndar bûn.
Raport