În, 17 Meha Deh, 2014 Demê Xwecihî 22:25
Multimedia

 YouTube
 Weşana Radyo-TV
Cîhan li 60 Çirkeyan

Cîhan

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Hagel: DAÎŞ jibo Tevahîya Cîhanê Gefeke Mezin e

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Chuck Hagel û Serokê Hêzên Hevbeş yên Amerîkî General Martin Dempsey
x
Wezîrê Berevanî yê Amerîka Chuck Hagel û Serokê Hêzên Hevbeş yên Amerîkî General Martin Dempsey
Robîn Reşvan

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Chuck Hagel dibêje, Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAÎŞ) gefeke mezin e li ser hemî cîhanê.

Birêz Hagel ew şîroveyên xwe do Pêncşemê li Washingtonê kir, piştî ku hate zanîn DAÎŞ'ê rojnamevanê Amerîkî James Foley kuştiye.

"Bingeheke baş ya DAÎŞ heye û çavkanîyên wan ya diravî jî baş in. Ew ne têne grubeke terorîst in, lê îdeolojîyeke wan ya xeter heye. Bi karanîna taktîk û stratejîyên leşkerî yên pêşketî hêza xwe xurtir dikin. Me heta niha tiştekî wek vê nedît. Divê, em xwe ji hemî tiştan re amade bikin.”

Dema axaftina Hagel de, Serokê Hêzên Hevbeş yên Amerîkî General Martin Dempsey jî hazir bû.

General Dempsey got, ew dikarin DAÎŞ'ê têk bibin, lê divê bingeha wan yên li Sûrîyê jî bêne êrîş kirin. Heta ku rêxistina wan li Sûrîyê jî were hedef girtin, têk birina wan ne hêsan e.

Dempsey zelal nekir ku Amerîka wê êrîşên esmanî li hember DAÎŞ'ê li Sûrîyê bike yan ne.

Lê, wî got ku divê Amerîka û hevalbendên wê bersîvdaneke dîplomatîk, sîyasî û leşkerî peyda bikin, ji hebûna DAÎŞ'ê ya li rojava û bakurê Îraqê û bakurê Sûrîyê re.

Hagel_ISIS_RR
Hagel_ISIS_RRi
▶ || 0:00:00
... ⇱
 
🔇
X
  • Download

 

Babetên din yên heman kesî

  •  Fermandara YPG li Kobanê Baharîn Kendal: Me Pêşdeçûna DAÎŞ Sekinand
  •  Wezîrê Parastina Kobanê Hesen: DAÎŞ bi Hawanan Êrîşî Sîvîlan Dike
  •  Enwer Mislim Agahîya ser Rewşa Kobanê Dide
  •  Polat Can: YPG bi Fermî û Bê Navbeynkar ligel Koalîsyonê Dixebite
  •  Wezîrê Parastina Kobanê Îsmet Hesen Qala Rewşa Dawî Dike
Raportên din
Babetên Zêde Hatine Xwendin
  1.  Polat Can: YPG bi Fermî û Bê Navbeynkar ligel Koalîsyonê Dixebite
  2.  Enwer Mislim Agahîya ser Rewşa Kobanê Dide
  3.  Fermandara YPG li Kobanê Baharîn Kendal: Me Pêşdeçûna DAÎŞ Sekinand
  4.  Wezîrê Parastina Kobanê Hesen: DAÎŞ bi Hawanan Êrîşî Sîvîlan Dike
  5. Obama: Jiber Rewşa Kobanê di Xemgînîyeke Mezin de me

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Kurd Connectioni
▶ || 0:00:00
... ⇱  
  • 270p / 89,0MB
  • 360p / 125,0MB
  • 480p / 205,0MB
 
🔇
X
11.10.2014 18:00