Ajansa Anadolu ya nûçeyan li Tirkiyê ragihand ku li gorî encamên destpêkî yên hilbijartinên serokatiya Tirkiyê, Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan heta nuha li pêş e.
Nûçegihanê Dengê Amerîka li Stenbolê Salih Turan jî wan raportan piştrast dike, lê dibêje ku hîn prosesa jimartina dengan berdewam e.
Li gorî Ajansa Anadolu, Erdogan dora 54 ji sedî bidest xistiye, piştre berbijarê din Ekmeledin Ihsanoglu dora 36 ji sedî bidest xistiye û berbijarê Kurd Selahettin Demîrtaş dora 9 ji sedî bidest anîye.
Bêtir agahî di vê raporta dengî de.
Hilbijartinên Serokatiya Tirkiyê ST