Duşem, 25 Meha Heşt, 2014 Demê Xwecihî 21:32
Multimedia

 YouTube
 Weşana Radyo-TV
Cîhan li 60 Çirkeyan

Sûrîye

Rojnamevan Zara Misto: Gelê Kobanê Nahêle Bajêr Bikeve Destê DAÎŞ

Dayikeke Kurd di mersîma binaxkirina kurê xwe de deng dike. Kobanê, Tîrmeh, 2014
x
Dayikeke Kurd di mersîma binaxkirina kurê xwe de deng dike. Kobanê, Tîrmeh, 2014
Robîn Reşvan

Ew çend hefte ne ku şerên pir dijwar li herêma Kobanê diqewimin.

Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAÎŞ) bi çekên giran ku ji Îraqê, ji artêşa wî welatî anîbû, êrîşî Kobanê kir. Bendewarîya DAÎŞ ew bû ku Kobanê bêxe bin kontrola xwe û bike beşeke dewleta xwe.

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de, rojnamevan Zara Misto êrîşên DAÎŞê û bersîvdana YPG dinirxîne.

Birêz Misto ku di heman demê de, berpirsê malpera Welatî ye, dide zanîn ku DAÎŞ di demên dawî de gelek kuştî dane.

"YPG ev demek e stratejîyeke nû bikar tîne. Lêdixe û paşde vedigere. Bi vê stratejîya serketî, bi dehan DAÎŞ hatine kuştin. Her carê ku DAÎŞ hewil dide pêşde here, YPG yekser bersîva wan dide."

Misto dibêje, gelê Kobanê jî bi awayekî giştî piştgirîya YPG dike û qebûl nake ku axa wî bikeve destê DAÎŞ.

"Dibe ku carna di nav partîyên sîyasî de problem hebin, lê dema mesele te ser Kobanê, herkes dibe yek."

Misto bibîr tîne ku bi hatina qîz û lawên ji serxetê moralê gel û şervanên YPG hîn bilindtir bûye.

"Banga birêz Ocalan ya piştgirî pir girîng bû. Hatina bi sedan kesên ji Bakur manewîyata gel bilind kir û moralekî mezin da me.Herwiha bi sedan xortên Kobanî ji vegerîn bajêr ku axa xwe biparêzin."

Zara_Misto_7_25_14_RR
Zara_Misto_7_25_14_RRi
▶ || 0:00:00
... ⇱
 
🔇
X
  • Download

 

Ev forume hate girtin.
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Babetên din yên heman kesî

  •  Îdrîs Nahsan ser Rewşa Kobanê Agahîyan Dide
  •  Wezîrê Berevanî yê Amerîka Hagel: DAÎŞ jibo Tevahîya Cîhanê Gefeke Mezin e
  •  Kenan Berekat Ser Rewşa Rojava Agahîyan Dide
  •  Korkmaz Nîqaşên ser Serokwezîrê Nû yê Tirkîyê Dinirxîne
  •  Rojnamevan Kiziler: Hîn jî bi Hezaran Sîvîlên Êzîdî li Serê Çîyê ne
Raportên din
Babetên Zêde Hatine Xwendin
  1.  Penaberên Şingalê: Li ser hesabê Şingalê Kes Şingaliyan Nexapîne
  2.  Mûzeyên Işik: Hinek Kes Hene Dixwazin Aloziyan li Devera Gimgimê Derxin
  3.  Nûredîn Osman: Dibe ku Amerîka Piştgiriya Kurd û Artêşa Azad li Sûriyê Bike jibo Şerê DAÎŞê
  4.  Îsraîl Hişyariyê Dide Xelkên Xezayê ku ji Malên Xwe Derkevin
  5.  Bi Dehan Kes di Ava Çemê Botanê de Çûn

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Kurd Connection #119 Fulli
▶ || 0:00:00
... ⇱
 
🔇
X
21.08.2014 11:24