Fîlmê Dokumanterî yê derhênerê Kurd Kazim Oz, ‘Hebû Tune Bû’ li Festîvala Dokumantarîst Îstanbul hate pêşandan.
Fîlm li ser karkêrên demsalî ye ku piranîya wan karkeran Kurd in û li bajarên Tirkîyê di şertên giran de, bi malbatî karên çandinîya erd û zêvîyan dikin e.
Derhêner Oz, di fîlmê xwe de rêwîtîyê bi malbateke Kurd ya ji bajarê Batmanê re dike ku ew diçin bajarên Tirkîyê.
Derhêner Kazim Oz, piştî pêşandana fîlm ji Dengê Amerîka re dibêje, “Ev koletiya modern e ku bingeha pirsa Kurd jî di jiyana karkerên demsalî de veşartiye.”
Ew dide xuya kirin, bi keda pir erzan ya karkerên demsalî rojavayê Tirkîyê tê têr kirin û naxwazin ev pirs çareser bibe.
Dokumantera ‘Hebû Tune Bû’ demek berê li Festîvala Cinema du Reel ya Fransayê hêjayî xelatê hatibû dîtin.
Derhênerê Kurd bi hinceta ku hikûmeta Fransî li hember kuştinkariya 3 sîyasetvanên jinên Kurd li Parîsê xemsar dimîne ew xelat red kiribû.
‘Hebû Tun Bû’ jibo 15 festîvalên din yên çend welatan hatiye vexwendin ku hewil didin li salonên sînemayan jî derkeve pêş temaşevanan.
Kazim Oz